03:08 25 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyon - çalakî - protesto - amed - polês

    Ji saziyên Amedê banga boykotê

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER û MHD bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî banga boykotkirina dibistanên Tirk kirin.

    TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER û MHD derberê destpêkirina serdema perwerdeya 2015-2016an a ku roja 29ê Îlonê destpê dike daxuyanî dan çapemeniyê.

    Daxuyanî bi tevlîbûna gelek nûnerên saziyên sivîl li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn.

    Di çalakiyê de pankartên 'Bi zimanê Kurdî binivîsin. Bi zimanê Kurdî bifikirin. Bi zimanê Kurdî bixwînin bi zimanê Kurdî biaxivin. Bê ziman jiyan nabe'hat hilgirtin.

    Daxuyaniyê de Hevserokê TUHAD-FEDê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku hikûmeta AKPê qedexeyên darbeya 12ê Îlonê didomîne û wiha got: ‘AKP yek zimanî li ser gelan ferz dike û bi vê yekê re nîjadperestî û faşîzmê dimeşîne.'

    Temîzyuz anî ziman ku bi hincetên kêfî daxwazên parastina bi Kurdî tê redkirin û wiha pê de çû: ‘Parastina bi Kurdî ya girtiyan bi hincetên kêfî tê astengkirin. Heqê wergera parastinê ji girtiyan distînin.'

    Temîzyuz bilêv kir ku ew piştgiriyê didin biryara KCDê ya boykotkirina dibistanan û got ku ji bo daxwaza perwerdeya dayikê biqîrin hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan.

    Bi heman mijarî:

    Shakira: ‘Ji bo Alan Kurdî vê pirsgirêkê çareser bikin.'
    Camiya Moskovayê ku li Ewropayê heri mezîn e, Erdogan û Pûtîn vekir
    Îran: 110 kurdan îdam dike
    NATOyê ji bo PKKê Tirkiya hişyar kir
    Li cihanê bajarên herî biha kifş bûn
    Etîketan:
    MHD, TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER, Mehmet Temîzyuz, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de