11:23 21 Mijdar 2017
Zindî
    Shakira

    Shakira: ‘Ji bo Alan Kurdî vê pirsgirêkê çareser bikin.'

    © AP Photo/ Chris Pizello
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14011

    Hunermenda navdar Shakira di civîna UNİCEFê de derberê Alan Kurdî de axivî û got: ‘Em çima li dinyayê nasitirin? Ev şer ji bo çiye?'

    Navenda Nûçeyan — UNICEF li saziya NYyê derbarê  mijara ‘mezinbûna zarokan  û perwerdehiya wan' de civîneke li dar xist.

    Mirina Alan Kurdî û ew wêneyên laşê wî ku li devê behrê bû wek travmayekê hêjî di bîra me de ye û qet ji bîr nabe. Her wiha Alan Kurdî ketibû rojeva dinyayê jî. Bêguman di civîna UNICEFê de jî ev mijar hat rojevê.

    Hunermenda navdar Shakira jî derbarê Alan Kurdî de axivî û got: ‘Divê zarok nebin qurbanên vî şerî. Berpirsyariya zarokan li situyê me hemûyan e. Ne rêvebiran ne jî saziyên sivîl nikarin ji vê wezîfeyê birevin.'

    Shakira got: ‘Ez temenî dikim ku serok û dewletên dinyayê li hev bicivin û ji bo Alan Kurdî û Galip Kûrdî vê pirsgirêkê çareser bikin.'

    Shakira dawiya axaftina xwe de got: ‘Dema min Alan Kurdî dît gotinên strana John Lennon  ku digot ‘Xeyal bike ku ev dinya têra hemû însanan dike' tê bîra min.

    Shakira piştî axaftina xwe ji bo zarokên penaber strana John Lennon a ‘Imadine' got.

    Bi heman mijarî:

    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Barzanî ji bavê Alan re got: 'Şîna we şîna me ye'
    Termê Alan li Kobaniyê hat veşartin
    Îro Alan, dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin
    Barzanî: 'Alan di cîhanê de sembola mezlûmiyeta gelê kurd e'
    Tarkan : 'Di dilê min de HDP heye'
    Tarkan ji bo kîjan partiyê konser dide?
    Etîketan:
    UNICEF, NY, Galip Kurdî, Shakira, Alan Kurdî, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de