03:09 25 Mijdar 2017
Zindî
    çalakî - êlih - qedexe -xwepêşandan

    Li Êlihê tewqîfkirina mirtalên zindî hat rexnekirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li Sasonê 26 kesên ku li dijî operasyonan derketin û bibûn mirtalên zindî, tewqîfkirina wan hat rexnekirin.

    Li Sasonê kesên ku li dijî operasyonan derketin û bibûn mirtalên zindî ku Hevseroka Şaredariya Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê û Hevserokên HDPê yên şaxa Êlihê jî di nav de tewqîfkirina 26 kesan hat rexnekirin.

    Parlamentera HDPê ya Êlihê Saadet Becerikli daxuyaniyeke çapemenî da û got, ‘ gele me ê li vê berxwedanê xwedî derkeve û şuna her hevalê girtî dê dagire. Li Êlihê, Armanca îlankirina 6 herêmên ewlehiyê ev e ku wan deran bêînsan bikin û qetlîamên xwe bidomînin e.'

    Becerikli di berdewamiya xaxftina xwe de got, ‘ ev hevalê me ku hatin girtin, daxwaza astengkirina kuştinan dikir, ji bo ku gerîla jî û leşker jî zarokên vî gelî ne.'

    Saadet Becerikli, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyan û got, ‘ev lîstik in û em dizanin bi van girtinan dixwazin di hilbijartinê de hêza partiya me bişkînin û çûna me ya parlamentoyê asteng bikin. Lê em bawerin gele me dê van lîstikan vala derxe.'

    Bi heman mijarî:

    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    HDP ji bo 8 bajarî pilaneke taybet amade dike
    Orhan Pamûk: 'HDP aştiyê dixwaze, divê hukumet jî bixwaze'
    Etîketan:
    HDP, Saadet Becerikli, Êlih, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de