19:50 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Tarhan Erdem: 'Sindoqên seyar bê qanûniye'

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Tarhan Erdem, diyar kir ku pergala sîndoqên dengan ên seyar ku bi fermana Serokomar Erdogan dikeve meriyetê di qanûnê de tuneye.

    Navenda nûçeyan-Rojnamevan û lêkolîner Tarhan Erdem got, ‘guhertina cihê sindoqan li dijî qanûnêye û dê bibe sedema serhildanên gel.

    Lêkolîner û nivîskarê Rojnameya Radîkalê Tarhan Erdem, pergala Sindoqên seyar kir mijara nivîsa xwe. Erdem di nivîsa xwe ya îro de daxwaza Waliyê Bêdlisê ku ji bo bajar û çend navçeyan daxwaza guhertina cihê sindoqan li YSK'ê kiriye, Erdem, anî ziman ku mafê walî yê wisa tune ku guhertina cihê sindogan bike ev bê qanûniye û sûc e.

    Erdem, da zanîn ku mehek ji dengdayînan re maye û eger ku cihê sindoqan bê guhertin dê bibe sedema tevger û çalakiyên girseyî yên gel. Erdem, destnîşan kir ku ji ber vê yekê guhertina cihê sindoqên dengan nayê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Encamê fermî yên hilbijartinên Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Tarhan Erdem, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de