21:34 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îdam

    Îran: 110 kurdan îdam dike

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15301

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dadgeha Komara Îslamî ya Îranê biryareke sosret di derbarê 110 girtiyên kurd de derxist.

    Hat zanîn, ku dadgeha Îranê li bajarê Sine bi tohmetên cuda yên wek karên siyasî, dijatî ligel xwedê, kuştin, bikaranîna madeyên hişber, hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayên îdamê bo dehan girtiyên kurd derxist.

    Li gorî çavkaniyên herêmî û navxweyê Îranê, dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê girtiyên kurd bi bikar anîna madeyên hişber tohmetbar kirine, lê belê jibilî dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê nebin tu kes û aliyekê ew tohmet piştrast nekirine.

    Li gor nûçeyên ajansên navxwe yên Îranê jî 4 kes ji wan girtiyên kurd ku biryara îdamkirinê ji wan re derketiye, temenê wan li xwar 18 saliyê ye.

    Hat gotin, ku 69 kes ji girtiyên kurd bi tohmeta kuştinê û 37 kes bi tohmeta madeyên hişber û kesek jî bi tohmeta hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayê lidarvekirinê bo wan hatiye birîn.

    Herwiha hat zanîn, ku 3 kes ji girtiyên kurd jî bi encamdana çalakiyên siyasî hatine tohmetbarkirin û jibilî vê yekê ew bi vê yekê jî hatine tohmetbarkirin, ku şer li dijî xwedê kirine.

    Îran bi awayeke berdewam û bi tohmetên cuda cuda girtiyên siyasî yên kurd, çalakên kurd îdam dike.

    Li gor daneyên fermî yên Neteweyên Yekbûyî û herwiha rêxistinên çavdêriya mafên mirovan, Îran piştî Çînê duyem welat e ku zêdetirîn kes di salekê de tê de tên îdamkirin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
    Îran-Çîn-Hevkarî
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de