16:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    YPG ji bo rizgarkirina Cerablûsê operasyoneke amade dike

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10610

    Hat ragihandin ku YPG dixwaze bajarê Cerablusê ji destê DAIŞê derbixe û ji bo vê jî operasyoneke amade dike.

    Nivîskarê Indpendent ê pisporê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn di raporekê de diyar kir, YPG plana kontrolkirina Cerablusê amade dike û eger gelê kurd wî bajarî kontrol bike êdî çeteyên ji Ewropa tên dê rê nebînin ku tevlî DAIŞê bibin.

    Li gorî Cockburn Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê ji serkeftinên kurdan nerazî ye e û dibe ku ew ji wê rewşê hêrs bibe.

    Di nûçeya Cerablusê de wiha hat gotin: ‘Eger Cerablus ji kontrola DAIŞê derbikeve êdî rêya çeteyên DAIŞê, ku 4 sal in li ser Tirkiyeyê bêpirsgirêk derbasî Sûriyeyê dibin, were girtin. DAIŞ wan fedaiyên biyanî di stratejiya xwe ya leşkerî de weke bombeyên xwekujî bikar tîne.'

    Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobanî Îdrîs Nehsan ji Indpendentê re wiha gotiye: ‘Plana me ya rizgarkirina Cerablusê heye. Çeteyên DAIŞê herî dawî li Cerablusê ji Tirkiyeyê derbas dibin.'
     
    Hat ragihandin  Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo jî gotiye: ‘Di êrişa li Cerablusê de Amerîka jî dê hevkariyê bike, ji ber ku em perçeyek ji hevpeymaniya navdewletî nin.'
     
    Nivîskarê Independentê da xuyandin, ew rewş dibe ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bibe pirsgirêk û wiha domand: ‘Tirk dixwazin pêşketina YPG li rojavayê Çemê Firatê rawestine.'

    Bi heman mijarî:

    YPGê nûçegihanê Rûdawê rizgar kir
    TAYBET-Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'
    Di nava YPGê û El Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin
    Amerîka: ‘Em YPGê wekî terorîst nabînin'
    DAIŞê bi çekên giran êrişa YPGê kir
    MOSKOW - "Divê Rûsya li gel Pêşmerge û YPGê be"
    Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin
    Etîketan:
    Indpendent, YPG, Patrick Cockburn, Îdrîs Nehsan, Rêdûr Xelîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de