07:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Li kulîsên Enqereyê komplo: 'Demirtaş wê were girtin û nekeve hilbijartinan'

    © AFP 2017/ STRINGER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13110

    Rêvebirê Weşanê yê Giştî yê Rota Haberê Unal Tanik diyar kir li kulîsên Enqereyê tê gotin ku heta 1ê Mijdarê wê Selahattin Demirtaş were girtin.

    Navenda Nûçeyan — Unal Tanik li Bugun Tvyê beşdarî bernameya Ozlem Zengin bû û pirs bersivandin.

    Tanik got: ‘Ez dixwazim ku bila temaşevanên me jî bizanibin ku ji bo Selahattin Demirtaş were girtin li Enqereyê komployekê mezin amade dikin.'

    Tanik derbarê îdiaya xwe de wiha got: ‘Hûn jî dizanin ku rojnamevan Gultekin Avci hat girtin. Sedema girtina wî 7 nivîsên wî bû û bi îdiaya ‘di nivîsên xwe de li dijî hikûmetê derbeyan li dar dixe' hat girtin. Ev hikûmet bi vê îdiayê dikare gelek kesan bide girtin û fealiyeta gelek partiyan jî qedexe bike.'

    Tanik axaftina xwe wiha didomîne: 'Hikûmet ji bo ku çavan bitirsîne, dibe ku derbarê HDPê de biryara qedexeyê derxe û bi hinceteke bêbingeh Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş were girtin.'

    Tanik îdia kir û got: 'AKP çiqasî xwe li dijî partîgirtinê nîşan bide jî texmîna van rojên hanê kirine û ji ber vê sedemê çend salên borî qanûna ‘partîgirtinê' betal nekirine.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'
    Konca: ‘Eger ez îstifa nekim wê gelê Vartoyê neletê li min bînin' (Hate rojanekirin)
    Avahiya HDPê hat şewitandin
    Li Wan û Colemêrgê teqîn: '24 leşker birîndar in'
    Etîketan:
    Rota Haber, Bugun Tv, Ozlem Zengin, Unal Tanik, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de