21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu û Vladimir Pûtîn

    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn soz da serokwezîrê Îsraîlê ku Rûsya wê li Rojhilata Navîn siyaseteke `bi berpirsiyarî` bimeşîne û berjewendiyên Îsraîlê bi ber çavan bigire.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû li Moskovayê hevdîtinek pêk anî. Di wê hevdîtinê de pirsên girîng ên têkildarî Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan bi taybeti jî rewşa li Sûriyayê nirxandin. Serdana Serokwezîrê Îsraîlê ya ji bo Moskovayê divê çawa bê nirxandin? Siyasetnas-rojhilatnas Vladîmîr Sajîn mijarê wiha şîrove dike:

    `Ew serdan yekser bi xurtbûna rola siyasî-leşkerî ya Rûsyayê ya li Sûriyayê ve girêdayî ye. Sûriya rastî barbariya serdema navîn a DAIŞê re rû bi rû maye. Mixabin hêzên ku şerê DAIŞê dikin, nikarin yekitiyê saz bikin. Ji ber nakokiyên olî û siyasî nikarin pozîsyonên xwe bikin yek`.

    Çekdarên DAÎŞ
    © AP Photo/ The website of Islamic State militants

    Moskova dixwaze keda xwe ya di şerê li dijî terorîzm û barbariyê de bide zêdekirin û bi vê yekê ve girêdayî alîkariya leşkerî ya ji bo hikûmeta Sûriyayê dide zêdekirin.

    Li Sûriyayê çalakbûna siyaseta Rûsyayê, gelek lîstikvanên li herêmê derbazî tevgerê kir, ku yek ji wan jî Îsraîl e. Hêjayê destnîşankirinê ye ku Îsraîl di gengeşiya li Sûriyayê de siyaseteke bêlayen dimeşîne. Lê, Tel Avîv amade ye ku hêza leşkerî bi kar bîne ku pêşî li xurtbûna komên radîkal ên dijber û hevkar ên hikûmeta Beşar Esad bigire û nehêle çekên giran, sîstemên bergiriya hewayî û çekên kimyayî bi dest bixin.

    Yek ji wan komên ku alîkariya rejîma Beşar Esad dike, `Hizbûllah` e, ku yek ji dijminên Îsraîlê yê sereke yê li herêmê ye. Îsraîl ji ber wê yekê distirse ku Îran û Sûriya dikarin çekên pêşketî bidine `Hizbûllah`ê. Îsraîlî ji ber wê yekê jî gelek endîşedar in ku çekên rûsî yên pêşketî yên ji artêşa hikûmeta Sûriyayê re têne şandin, dikarin bikevine destê `Hizbûllah`ê û li dijî îsraîlê bêne bikaranîn.

    Serokwezîrê Îsraîlê îdia dike ku Îran bi alîkariya artêşa Sûriyayê hewl dide ku li girên Golanê li dijî Îsraîlê `enîya terorîst a duyemîn` saz bike.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn soz da Serokwezîrê Îsraîlê ku Rûsya wê li Rojhilata Navîn sîyaseteke `bi berpirsîyarî` bimeşîne û berjewendiyên Îsraîlê bi ber çavan bigire.

    Vladîmîr Pûtîn di hevdîtinê de ji Bînyamîn Netanyahû re wiha got:

    `Li ser êrişên li dijî Îsraîlê dikarim bibêjim ku em wan bûyeran dinirxînin. Bi qasî ku ez dizanim, gulebarankirina erdên Îsraîlê bi sîstemên roketan ên destçêkirî ve têne pêkanîn. Derbarê Sûriyayê de jî dixwazim bibêjim ku artêşa hikûmeta Sûriyayê niha ne rewşeke wisa de ye ku bikaribe li dijî Îsraîlê enîyeke duyemîn veke.

    Lê, dîsa jî ez endîşeyên we fam dikim. Ez bi hatina we kêfxweş bûm ku derfet çêbû hemû kitekitan gotûbêj bikin`.

    Bi kitekitên hevdîtinê ve fermandarên leşkerî yên rûs û îsraîlî mijûl dibin. Wek tê zanîn di serdana Moskovayê de fermandarê baregeha giştî ya artêşa bergiriya Îsraîlê general Gadî Ayzenkot jî pêratîya Bînyamîn Netanyahû kir.

    Li Moskovayê cara yekemîn civîna serokên barêgehên giştî yên Rûsya û Îsraîlê hate lidarxistin. Di encamê civînê de her du aliyan li hev kirin ku li Sûriyayê koma xebatê ya hevbeş a koordînasyona tevgeran saz bikin. Erka sereke ya wê komê ew e, ku pêşî li rasthatina hêzên rûsî û îsraîlî li Rojhilata Navîn bigirin. Îsraîl dixwaze piştî li Sûriyayê bicihkirina sîstemên bergiriya hewayî yên rûsî jî, bikaribe wek berê bi serbestî hola hewayî ya Sûriyayê bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Rûsya: Bê Esed ti welat nikare DAIŞê têk bibe
    Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe
    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
    Rûsya, li cihanê hêza duyem e
    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
    Rûsya: 'Em ji bo peymangirêdana bi Tirkiyê re amade ne'
    Rûsya amade ye ku bi şêweyekî qanûnî beşdarî rêkeftina atomî ya Îranê bibe
    Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan
    Rûsya: 'Bila Amerîka xeyalan nebîne!'
    Rûsya destbi pêşbaziya li ser Îranê kir
    Etîketan:
    Terorîzm, Îsraîl, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de