04:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hişyar Ozsoy

    FLAŞ - Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy, di bernameyekê de axivî û got: 'PKK agirbesteke xurt re amade ye, lê AKP di şer de israr dike.'

    Bremen — Hişyar Ozsoy di axaftina xwe de ragihand ku bindestên li Kurdistan û Tirkiyayê di bin sîwana HDPê de yekîtiya demokratîk ava kirin, bi 80 parlamenteran cihê xwe di Meclisê de girtin û got: 'Lêbelê, dema em weke nûnerên gel diketin hundirê parlementoyê, Erdogan rahiştibû çoyekî û li ber derî sekinîbû.'

    Alaya HDP
    © Foto: Gulnush Ergul

    Ozsoy da xuyakirin ku Erdoganê di heyama 7ê Hezîranê de ol ji xwe re kiribû amûra propagandayê, niha jî alayê bi kar tîne û diyar kir ku tu pirsgirêka HDPê bi sembolan re nîn e.

    Ozsoy anî ziman ku AKP bi konsepta xwe ya şer re, bi qasî ku sivîlan qetil bike êrîşî kurdan dike û destnîşan kir ku nerazîbûna civakê ya li vê yekê, roj bi roj zêde dibe.

    Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy da xuyakirin ku 'PKKê diyar kiriye ku ew ji agirbesteke xurt re amade ye, lê tevî vê yekê AKP di şer de israr dike' û xwest ku 'agirbesteke dualî demek ji ya din zûtir bê ragihandin'.

    Bi heman mijarî:

    Konca: ‘Eger ez îstifa nekim wê gelê Vartoyê neletê li min bînin' (Hate rojanekirin)
    YPGê nûçegihanê Rûdawê rizgar kir
    TAYBET-Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'
    NATOyê ji bo PKKê Tirkiya hişyar kir
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
    Etîketan:
    Hişyar Ozsoy, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de