01:43 26 Gulan 2018
Alaya YPG

YPGê nûçegihanê Rûdawê rizgar kir

AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

YPGê nûçegihanê Rûdawê Mesûd Aqilê ku 10 meh in di destê DAIŞê de ma bi riya rehînguherandinê derxistiye.

Nûçegihanên Rûdawê Ferhad Hamo û Mesûd Aqil berî 10 mehan li Til-Koçerê ji hêla DAIŞê ve hatin revandin.

Piştî revandina nûçegihanan, kanala Rûdawê jî li eşîrên herêmê re bang kir ku bila DAIŞ nûçegihanên wan serbest berdin.

Hat ragihandin ku îro YPGê nûçegihanê Rudawê Mesûd Aqil bi riya rehînguherandinê ji destê DAIŞê wergirtiye.

Kanala Rûdawê jî daxuyanî da û derbarê rizgarkirina nûçegihanê xwe de ji YPGê re sipas kir.

Ji hêla din ve hat hînbûn ku Ferhad Hamo hê jî destê DAIŞê de rehîn e.

Bi heman mijarî:

TAYBET-Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'
NATOyê ji bo PKKê Tirkiya hişyar kir
Avahiya HDPê hat şewitandin
Li Amedê cînayet: Dayikê keçên xwe, bavî jî jina xwe kuşt
Di nava YPGê û El Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin
DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir
DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir
Etîketan:
Rûdaw, YPG, Mesûd Aqil, Ferhad Hamo, Til Koçer
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de