04:30 23 Mijdar 2017
Zindî
    Rêdûr Xelîl

    TAYBET-Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 109 0 0

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl bi nûçegihanê Sputnikê Hikmet Durgun re axivî û got:‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike, lê me xwe ji van tehrîkan parast.'

    Navenda nûçeyan-Berdevkê YPGe ya beşa çekdariya PYDê Rêdûr Xelîl daxuyaniyên girîng dan Sputnikê û got, ‘niha tu planeka wan a ku midexaleya Cerablûsê bikin tuneye; lê li hemberî êrişên DAIŞê em tim amade ne. Şerê me li hemberî

    DAIŞê ne wekî şerê cepheyî ye wekî operasyonên noqteyî ne.'

    Xelîl di axaftina xwe de got: ‘Di serî de bi Amerîka û bi hêzên hevpeyman re em di nava kordinasyonê de ne. Me tu daxwazî ji Amerîkayê nekiriye ku werin Rojava û heta niha tu dewletan alîkariya çek û cebilxaneyê ji bo me nekiriye.'

    DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn

    Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘DAIŞê li hemberî me çekên kîmyewî bi kar anîn û delîlên wê di destê saziyên navneteweyî de hene. DAIŞê di 27ê Hezîranê de li bajarên Til Beraq û Hesekê li hemberî hêzên YPGê û xelkên sivîl çekên kîmyewî bi kar anîn. Di destê me de gelek dîlên DAIŞê hene, hin ji van hemwelatiyên Tirkiyayê û hin jî ewropî ne. '

    Rêdûr Xelîl li hemberî pirsa ku ‘gelo têkiliyên we bi Tirkiyayê re hene' bersivand û got: 'Tu têkilî û pêwendiyên me bi Tirkiyayê re tunene. Meha borî Tirkiyayê bi topan êrişî hêza me ya Kobaniyê kir û li Tel Abyadê jî wesayiteke me gulebaran kir. Li çend cihên din êrişî xelkê me yê sivîl jî kir. Me ji bo van bûyeran daxuyaniyeke çapemeniyê da û Tirkiya hişyar kir. Tirkiyayê bi van kiryaran dixwest me bikşîne nava şer, lê me xwe li hemberî tehrîkên wan parast û em nehatin lîstika wan'

    Têkiliyên me bi Amerîkayê re baş in

    Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyan û got: ‘Di mijara tekoşîna li hemberî DAIŞê de têkiliyên me û Amerîkayê pir baş in û em di nava kordinasyonê de ne. Em li hemberî DAIŞê serkeftî ne, derbarê mijara hatina leşkerên Amêrîkayê ku werin Rojava de jî tu daxwaziyeke me çênebûye. Û heta niha ji terefê hêzen hevpeyman alîkariyeke çekdarî nehatiye kirin.'

    Tu hêzeke Artêşa Azad tuneye

    Berdevkê YPGê Xelîl derheqê Artêşa Azad a Sûriyayê (AAS) de jî wiha got:'Ji bo rizgarkirina Reqayê divê hêzekê mezin ya AASê hebe, lê hêzeke AASê ku em karibin bi hev re tevbigerin tuneye. Tenê li herêmekê Burqan El Firat heye, heke planeke Burqan El Firat ji bo azadkirina Reqayê hebe em amade ne ku alîkariya wan bikin.'

    Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hatina pêşmerge bo Rojava û got: 'Hatina pêşmerge ji bo Rojava ne mijara axaftinê ye. Berê jî me daxuyanî dabû raya giştî, helwesta me diyar e û em qebûl nakin pêşmerge were Rojava. Hêza Pêşmerge nikare têkeve Rojava û dê tiştekî wiha jî nebe.'

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - YPG: "Tirkiye derewan dike!"
    YPG: 'Şehîdên me hene'
    YPG: 'Em soz didin ku riya berxwedanê berdewam bikin'
    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    Etîketan:
    YPG, PYD, Rêdûr Xelîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de