21:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    El Nûsra

    Di nava YPGê û El Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li Helebê di nava YPGê û El Nusraya şaxê El Qaîde û 8 rêxistinên çekdar de pevçûnên dijwar diqewimin.

    Navenda nûçeyan - 8 rêxistinên ku Eniya El Nusra, Ehrar-ûş Şam û Eniya Şamê jî di nav de li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li herêma bakurê rojhilatê Helebê bi topên hewan êrişî noqteyên kontrolê yên YPGê kirin.

    Çekdarekî ji Bera El-Nusra
    © AP Photo/ Al-Nusra Front Twitter page
    Her du tax, Şêx Meqsûd û Eşrefiye di bin kontrola YPGê de ne û YPG li hemberî êrişa hewanan bi roketavêjan bersiv dide. Li gorî çavkaniyên herêmî ji her du aliyan jî birîndar hene.

    Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji sala 2012an ve di bin kontrola hêzên YPGê de ye. Li bajarê Helebê kurd, ereb û tirkman dijîn. Navçeya Kobanî û Efrînê di destê YPGê de û Minbic, Bab, Azez û Cerablûs jî di destê Artêşa Sûriyayê ya Azad de ne.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ji Iraqê vedikişe
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de