21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    daış- whapsap

    DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7910

    Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê ji ber bikaranîna bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir.

    Hewler — Ew keç beriya 2 mehan li bajarokê Xişam li Dêrazorê ji ber bikaranîna WhatsAppê ji aliyê wan çekdaran ve hatibû girtin.

    Çekdarên DAIŞê wê demê girtibûn ser mala keçikê û di telefona wê de dîtibûn ku ew ligel birayê xwe yê di grûpa Hêza Şêrên Rojhilat a li bajarê Qelemûnê de ye, axiviye.

    Tê gotin ku tohmeta DAIŞê ya ji bo wê keçê ew e ku ligel birayê xwe û merivekî wê yê din, li ser DAIŞê bi xirabî axivîne, lewma hatibû girtin û fermana îdamê jê re derketibû.

    Tê zanîn ku heta niha çekdarên DAIŞê li Sûriyayê 95 jin û keç bi hincetên cuda îdam kirine.

    Bi heman mijarî:

    VÎDYO - Operasyona hewayî ya li ser baregehên PKKê
    Amerîka: ‘Em YPGê wekî terorîst nabînin'
    Li Wan û Colemêrgê teqîn: '24 leşker birîndar in'
    Çûna Pêşmergeyên PDK-Îyê didome
    Kosret Resûl: 'Eger em yekbin em ê bibin dewlet'
    DAIŞ ji Iraqê vedikişe
    Etîketan:
    dêrazor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de