05:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir

    © Foto: AP Photo/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    DAIŞê 3 roketên katyûşa avêtin qezaya Mexmûrê ya bi ser Hewlêrê.

    Mexmûr — Berpirsê komîteyên YNKê yên li Mexmûrê Reşad Gelalî di vê bareyê de wiha got: 'Çeteyên DAIŞê çend roket li qezaya Mexmûrê dan û tu ziyanek canî bi xwe re neaniye. Ji ber ku ew katyûşa li navenda Mexmûrê neketine.'

    Derbarê valakirina çend taxên Mexmûrê de jî Gelalî wiha got: 'Tu cihek nehatiye valakirin. Lê ji bo parastina xwendekaran, dibistan hatine valakirin.'

    Berî du rojan jî DAIŞê 3 roketên katyûşa avêtibûn Mexmûrê. Herwiha berî mehekê di encama avêtina çend katyûşayan de, li Mexmûrê welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dabû û çend kes jî birîndar bibûn.

    DAIŞê 6'ê Tebaxa 2014an êrişî kampa Mexmûrê û qezaya Mexmûrê kiribû. Piştî ku 3 rojan li bajêr mabû, di encama êrişa gerîla û pêşmergeyan de ji Mexmûrê hatibû qewirandin û dever hatibû rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Em YPGê wekî terorîst nabînin'
    Çûna Pêşmergeyên PDK-Îyê didome
    Almanyayê derbarê PKKê de hişyari da!
    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Reşad Gelalî, mexmûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de