05:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Wan û Colemêrgê teqîn: '24 leşker birîndar in'

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li ser riya Elbakê ya Wanê û riya Gever-Şemzînanê dema wesayîtên leşkerî derbas dibûn teqîn pêk hatin û li gorî agahiyên ewilî 24 leşker birîndar bûne.

    Li navçeya Elbakê ya Wanê dema wesayîtên leşkeran derbas dibûn li herêma Çamlikê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de li gorî agahiyên ewilî 24 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir jî bi helîkopteran rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Wanê.

    leşker
    © AFP 2017/ / MUSTAFA OZER
    Her wiha di navbera navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê şevê din endamê PKKê dema konvoya leşkerî derbas dibû bombeya bi cih kiribûn teqand. Di encama teqînê de herî kêm 2 leşker birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî gelek ambulans şandin cihê teqînê û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê teqîn
    Li Tetwanê teqîn: 4 birîndar
    Li Serêkaniyê teqîn
    Li Qamişloyê teqîn
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de