06:23 23 Mijdar 2017
Zindî
    PYD

    Salih Muslim û Asya Ebdullah careke din...

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Di şeşemîn kongreya PYDê de her du hevserokên niha yên wê partiyê Salih Muslim û Asya Ebdullah bi piraniya dengan careke din wek hevserok hatin hilbijartin.

    Rimêlan — Îro di roja duyemîn û dawî roja lidarketina kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, hevserokên wê aprtiyê hatin diyarkirin.

    Li gor agahiyan, her du hevseorkên niha Salih Muslim û Asya Ebdullah bi piraniya dengên endamên kongreyê bo careke din wek Hevserokên PYDê hatin hilbijartin.

    Duh 20ê Îlonê şeşemîn kongreya PYDê bi beşdariya hejmarek partiyên kurdistanî ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

    Di kongreyê de 300 delege û 300 mêvanên ji  her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê amade bibûn.

    Kongreya PYDê bo 2 rojan berdewam bû û êvariya îro 21ê Îlonê dawî pê hat.

    Ji Başûrê Kurdistanê şandeke pilebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Endamê Polîtboruya PDKê Kemal Kerkûkî û herwiha şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Mela Bextiyar beşdarî di 6mîn kongreya PYDê de kirin.

    PYDê her 3 sal carekê kongreya asayî ya xwe lidar dixe. Kongreya îsal şeşemîn kongreya wê partiyê bû, piştî ku di sala 2003an de wek beleke siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin û dest bi karê xwe kir.

    Salih Muslim di çaremîn kongreya PYDê de ya di sala 2010an de wek Serokê PYDê hat hilbijartin. Sala 2013an jî PYDê sîstema xwe guherî û derbasî sîstema hevserokatiyê bû ku hemû partî û saziyên ser bi PKKê û rêbaza Abdullah Ocalan li ser wê bingehê xwe birêxistin kiribûn.

    Sala 2013an û di pêncemîn kongreya PYDê  de, Salih Msulim û Asya Ebdullah wek Hevserokên PYDê hatibûn hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    ÎDIA - Dibejin Huda-Par piştgiriyê dide AKPê!
    Li Dêrsimê şer : Midurê Emniyêtê birîndar e
    Li taxên Cizîrê sindoqên hilbijartinê nayên danîn
    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Salîh Muslim, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de