04:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    ÎDIA - Dibejin Huda-Par piştgiriyê dide AKPê!

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Çavdêrên siyasî îdia dikin ku biryara Huda-Parê ya ne beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê, biryareke stratejîk e û ew birydar kêrî AK Partiyê tê.

    Amed — Partiya Doza Azad (Huda-Par) biryar da ku nakeve hilbijartinên Parlementoya Tirkiyeyê yên 1ê Mijdarê û wek sedem jî rewş û derfetên Bakûrê Kurdistanê da nîşan ku ew nikarin bi awayeke rihet xebatên xwe yê hilbijartinê bikin.

    Huda-Parê bi rêya Serokê xwe yê Giştî Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku wan biryar daye beşdarê hilbijartinên Parlementoya Tirkiyeyê yên 1ê Mijdarê nabin. Her çiqas ji aliyê hin derdoran ve tê gotin ku Huda-Parê ji bo piştgiriya AKPê ev biryar sitandiye jî rayedarên Huda-Parê vê yekê qebul nakin.

    Çavdêrên siyasî jî amaje dikin ku biryara Huda Parê biryareke stratejîk e û dawiya dawî jî ev biryar bi kêrî AKPê tê.

    Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Kaya derbarê vê mijare de ji Rûdawê re wiha got:

    "Li gorî nêrînamin di nevbera AKP û Huda-Parê de lihevkirineke veşartî heye ji ber ku di nava namzetên AKPê yên Amed, Riha û Wanê de kesên ku nêzîkî Huda-Parê hene û her wiha dê AKP di bangeşiyê de zimanê îslama radîqal bikar bîne. Ev yek dide nîşan ku dê Huda-Par li pişt AKPê be."

    Huda Par di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi namzetên serbixwe beşdar bibû û li 9 bajarên Bakûrê Kurdistanê jî 64 hezar û 493 deng sitandi bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê şer : Midurê Emniyêtê birîndar e
    Li taxên Cizîrê sindoqên hilbijartinê nayên danîn
    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Huda Par, zekerîya Yapicioğlu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de