03:13 25 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Li taxên Cizîrê sindoqên hilbijartinê nayên danîn

    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Encumena Hilbijartinê ya Navçeya Cizîrê biryar da ku di hilbijartinên giştî yên Tirkiyayê de li 3 taxên navçeyê sindoqên hilbijartinê neyên danîn.

    Li gorî agehiyên berdest Encumena Hilbijartinê ya Navçeya Cizîrê biryar daye ku, di hilbijartinên Parlementoya Tirkiyayê yên 1ê Mijdarê de li taxa Nûr, Cûdî, û Sûrê yên navçeyê sindoqên hilbijartinê neyên danîn.

    Hat gotin ku ew biryar bi hinceta "ewlekarî li wan taxan nîn e" hatiye standin û biryar şandine Qeymeqamtiya Cizîrê.

    Hevserokê HDPê yê Cizîrê Alî Akdeniz derbarê vê mijarê de got: ‘Heger polês li navçeyê êrişan nekin, dê tu pirsirêkên ewlehiyê rûnedin'

    Alî Akdeniz diyar kir ku ew ê li wê biryarê îtirazên xwe bikin û wiha domand: ‘Divê hemû kes bikaribin li dibistana herî nêzîk dengên xwe bi kar bînin.'

    Bi heman mijarî:

    16 cenaze li bajarê Cizîrê hat defin kirin
    Selahattin Demîrtaş li Cizîrê axivî got: "Enqere ditirse"
    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê
    BAROYA AMEDÊ: 'AYMê serlêdana ji bo Cizîrê red kir'
    Etîketan:
    Qeymeqamtiya Cizîrê, HDP, Alî Akdeniz, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de