01:42 26 Gulan 2018
PKK

HPG: ‘Yek jê fermandar 4 şervanên me şehîd bûn'

© Sputnik / Cesîm Îlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya ANFê HPGê daxuyanî da û got: ‘Li Dersimê yek jê fermandar 4 şervanên me şehîd ketin'

Li gorî nûçeya ANFê, HPGê derbarê şerên li Dêrsimê de daxuyanî daye.

HPGê daxuyaniyê de diyar kir ku ew agahiyên ku medyaya tirkan tîne ziman û dibejîn bi dehan gerilla di şerên Dêrsimê de jiyana xwe ji dest daye derew e.

Tê zanîn ku çend rojên berî artêşa tirk li Dêrsimê operasyoneke berfireh pêk anî û derbarê vê opeyasyonê de medyaya tirk îdia kiribû ku bi dehan şervanên HPGê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha Serekaniya Giştî yê Tirkiyê ji çend rojên ewil daxuyanî dabû û diyar kiribû ku li Hefanînê 60, li Dêrsimê jî 35 şervanên HPGê jiyanên xwe ji dest dane.

Li ser vê yekê HPGê îro daxuyaniyeke weşand û wiha got:

‘Ew agahiyên ku ji hêla Serekaniya tirk û medyaya tirk ve anîne ziman derew e. Li Dêrsimê 4 şervanên me şehîd bûne. Ji çar hevalên me yên şehid ketî yek jê Endamê Konseya Fermandariyê Baran Dêrsim e.'

Ji hêla din ve di daxuyaniyê de HPGê navên 4 şervanên xwe jî eşkere kir:

‘Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemir)
Botan Gewda (Sedat Aslan)
Cilo Kop (Resul Balikçi)
Erdal Reşo (Abdurrahman Akçin)'

Bi heman mijarî:

HPG: ‘Helîkoptera Kobrayê hat xistin'
FLAŞ - HPG: '25 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar in'
FLAŞ - HPG: 'Gerîla hîn agirê çalakiyan gur nekiriye'
FLAŞ - HPG: 3 serkomîser, 45 polês hatin kuştin
HPG: 31 leşker hatin kuştin
HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
HPG: 33 polês hat kuştin
Li Tatosê 3 HPG'î hatin girtin
Etîketan:
Serekaniya tirk, HPG, Erdal Reşo, Cilo Kop, Botan Gewda, Baran Dêrsim, Heftanîn, Dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de