21:42 24 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Artêşa Tirkîyayê goristanan hildiweşîne; berê Varto a niha jî Cûdî

    © AP Photo/ AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Artêşa tirk piştî li Vartoyê êrişî goristana şervanên PKKê kir, vê carê jî êrişî goristana Cûdiyê kir. Ji ber van êrişan gel bi parlementerên HDPê re ji bo ku bibin mertalê zindî çûn goristana Cûdiyê.

    Enqere — Çend roj berê, artêşa tirk li Vartoyê êrişî goristana şervanên PKKê kir û gelek meqber û mizgefta di nav goristanê de tarûmar kir.

    Artêşa tirk vê carê jî bi ser goristana Cûdiyê de êriş pêk anî û ziyaneke mezin da goristanê.

    Gel dema bihîst ku li ser goristanê êriş tê kirin ligel parlementerên HDPê Enise Guneyli, Ferhat Encu, Leyla Birlik, Aycan Irmez, Mehmet Ali Aslan ketin rê ku biçin çiyayê Cûdiyê.

    Piştî ku girse ket rê hat ragihandin ku leşkeran xwestiye çûyina wan asteg bikin lê, girse ligel parlementeran astengî piştguh kirine û gihiştine goristanê.

    Girse ku di nav de parlementerên HDPê jî hene bûn mertalên zindî û li hember êrişan heta sibe li goristanê nobet girtin.

    Enise Guneyli derbarê vê mijarê de axivî û got: ‘Goristanê li Mûş û Cizîrê hat texrîb kirin. Li Cûdiyê jî goristan bi topan hatiye bombekirin.

    Me nebihîstiye ku li tu devereke dinyayê li hemberî mîrî û meqberan êrişeke wiha pêk hatiye.'

    Guneyli diyar kir ku îqtidareke ku xwe bi nasnameya îslamê dide naskirin li hemberî goristanan êrişên hovane pêk tîne.

    Guneyli di dawiya axaftina xwe de got: ‘Artêşa tirk dixwaze ku wî şerê li Cizîrê pêk dianî, li Şirnexê û Cûdiyê jî pêk bîne.'

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina HRWê: Haşdî Şabî jî wekî DAIŞê ye
    Davutoglu: 'Operasyon dê bênavber bidomin'
    Serokê Kildaniyan: Kurdistan aram e
    Tarkan : 'Di dilê min de HDP heye'
    Heyder Îbadî: Pêrmerge hemberî DAIŞê serkeftin bi dest xist
    Etîketan:
    Enîse Güneyli, Varto
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de