21:35 24 Mijdar 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Rêxistina HRWê: Haşdî Şabî jî wekî DAIŞê ye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2611

    Saziya Şopandina Mafê Mirovan (HRW) di nûtirîn raporta xwe de da zanîn ku milîsên şîe (Haşdî Şabî) yên ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya wan dike, wek hêzekî wêranker bi nav kir û ragihand ku, piştî DAIŞê wan milîsan Iraq wêrantir kiriye.

    Raporta HRWê ji 60 rûpelî pêk hatiye.piştî derketina DAIŞ ji bajarokê Tikrît yê parêzgeha Selahedîn ku xelkê wê sunî ne, Haşdî Şabî, Hizbullah û Esayib Ehilul Heq 200 welatî revandine, ku jin û zarok di nava wan de ne û heta niha 160 ji wan winda ne.

    Rêvebirê wê rêxistinê, Joe Stork di daxuyaniyekê de ragihand ku, ‘divê Hikûmeta Iraqê wan milîsên ku êrişî mal û halê welatiyên sunî dikin û wan wêran dikin ceza bike.'

    Raporta HRWê radigîhine ku, ‘ew milîs pereyan ji hikûmetê werdigirin, lê hikûmet nikare wan kontrol bike û lêpirsînê li wan bike. Li bajarokê El Dûr ê parêzgeha Selahedîn ku 120 hezar kes tê de dijîn, piştî ku ket destê Artêşa Iraqê de wan jî da destê milîsên şîe, wan milîsan jî li şûna xwe 60 mal û dukanê şewitî hiştin.'

    Herwiha li gorî vê raportê, milîsên şîe tenê li Tikrîtê 1400 mal û avahî wêran kirine û ev yek jî bi sedemekê û kêfî ev kar kirine.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Operasyonên Bexdayê de 21 DAIŞ hatin kuştin
    Etîketan:
    Haşdî Şabî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de