04:39 23 Mijdar 2017
Zindî
    Welîd Mûellim

    Wezîrê Karên Derve yê Sûriyayê: 'Em ji rêvebiriya Rûsyayê bawer dikin'

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Sûriyayê Welîd Mualim di hevpeyvîna xwe ya bi RT Arabic re ragihand ku wekî xuya dike mirov bi encamên bombebarana Amerîkayê ya li ser DAÎŞê nahese.

    Mualim li ser pirsa 'gelo Şam qe hêviyan ji hevkariya di navbera Sûriya û Rûsyayê de dike?' bersiv wiha destnîşan kir: 'Bêguman. Ji ber ku Moskova di çarçoveya mafê navneteweyî de tevdigere, rûmeta serweriya xaka Sûriyayê dike û tevgera xwe bi Şamê re hemaheng dike. Amerîka jî bi şêweyekî din tevdigere û bi tiştên bêkêr re mijûl e.'
    Mualim got ku 'Amerîka bombebaranê pêk tîne, lê derbarê encaman ranagihîne û mirov bi van encaman nahese.' û ji aliyê xwe ve ev rewş wiha nirxand: 'Li gorî nerîna me, tenê hêzên leşkerî yên Sûriyayê dikarin bi awayekî bikêr tekoşînê bi DAÎŞê û `Bera Al-Nusra` re bikin. Aliyên ku bi rastî dixwazin tekoşînê bi DAIŞê re bikin bila guh bidin banga me û di tekoşîna bi têrorîstan debi me re hemaheng bin.' 
    Wezîr destnîşan kir ku 'Şam amade ye li xaka Sûriyayê hevkariyê wek bi Rûsyayê re, wisa bi welatên din re jî bike' û wiha berdewam kir: 
    `Wetaya inîsîyatîva Vladîmîr Pûtîn di vir de ye. Wî bang kir ji bo bereyeke berfireh bi beşdariya hêzên leşkerî yên Sûriyayê bê sazkirin. Me piştgirtiya vê inîsiyatîvê kir û em radigihînin ku em amade ne hemahengiyê bikin bi her welatê dinyayê ku bi rastî dixwaze tekoşînê bi têrorîstan re bike. Tenê ji welatên ku bi rastî dixwazin tekoşînê bi têrorîstan re bikin tê xwestin ku nema piştgiriya têrorîstan bikin.`

    Di heman demê de Welîd Mualim destnîşan kir ku kampanyaya nûçeyan a li dijî pêşketina hemahengiya di navbera Şam û Moskovayê de jê re ne girîng e' û axaftina xwe wiha domand: `Tiştê ku em bi hevalên xwe yên rûsî re dikin diyar e. Em tiştekî venaşêrin. Em Rûsyayê wek welatekî heval û stratejîk dibînin. Rûsya dibîne ku tekoşîna bi têrorîzmê re divê li gorî rê û rêzanên navneteweyî bê birêvebirin. Ango bi hemahengiya bi hukimeta Sûriyayê re.`
    Mualimî got ku Rûsyaya Federal venaşêre ku ew biqerar e ku beşdarî tekoşîna li dijî têrorîzmê bike' û wiha berdewam kir: 'Em li Sûriyayê ji rêvebiriya Rûsyayê bawer dikin. Em vê yekê venaşêrin. Em bi vê yekê şanaz in.`
    Wezîrê Surî li ser têkoşîna Amerîkayê ya li dijî DAIŞê jî wiha axivî: `Ev yek dide xuyakirin ku Amerîka, di tekoşîna dijî DAIŞê de ne xwedî stratîjiyeke zelal e. Wan peyama Rûsyayê fam kir û xwestin hemahengî û hevkariyê pê re bikin. Em spasiya hevalên xwe yên rûsî li ser vê pêngava han dikin. Tekoşîna bi têrorîzmê re ya li gorî rê û rêzanên navneteweyî erka hemû welatan e.`

    Bi heman mijarî:

    Di dinyayê de keça herî bi qewet ji Esma Esed pirsî: ‘ tu ji sekana li Sûriyê natirsî'
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re asê dike
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Rewşa dawî li Hesekê – Balafirên Sûriyê li çekdarên DAIŞê didin
    Amerîka proja biryara derbarê pirsa çekê kîmyawî yê Sûriyê pêşkêşî NYî kir
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Hejmara penaberên Sûriyê bi ser 4 milyonan ketiye
    `Hizbolla` û artêşa Sûriyê hewldidin jibo dîsa bajarê Zabadanî kontrolbikin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de