15:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Davutoglu: 'Operasyon dê bênavber bidomin'

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 711

    Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîr Davutoglu got ku operasyon dê bênavber bidomin û hinceta berdewamiya operasyonan siparte yekîtî, huzûr û demokrasiya ku pê bawer dike.

    Davutoglu li Salona Sporê ya Ankara Arenayê di civîna nasandina namzedên parlementeriyê ya AKPê de axivî û got:  ‘Ji vir car din bang dikim, ji bo yekîtî û hevgirtina vî welatî, ji bo huzûra gelê me û ji bo pêkhatina demokrasiya me ya mayînde, operasyona hizûr û demokrasiyê ku bi destê me dest pê kir, heta bigihêje encamê wê dewam bike.'

    Bi vê axaftinê re Davutoglu aşkera kir ku wan ev şer daye destpêkirin, ew ê bidomînin û heta ew li ser kar bin dê şerê artêşa tirk li dijî hêzên PKKê berdewam bike.

     .

    Bi heman mijarî:

    'Tirkiye pasaportan dide DAIŞê'
    YEyê Tirkiye rexne kir
    Tirkiye: Ji 18 karkerên revandî 2 kes hatin berdan
    TAYBET - "Tirkiye bi modela Srî Lankayê dê winda bike."
    Etîketan:
    AKP, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de