18:06 23 Mijdar 2017
Zindî
    şer - pevçûn- êriş

    Li Sîlopiyê êriş: 1 kuştî, 1 birîndar

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Li Silopiyê keyayê taxa Ataturk Lezgîn Yagiz û keyayê taxa Cumhuriyetê Osman Înal rastî êrişa çekdarî hatin. Di encama êrişê de Înal jiyana xwe ji dest da.



    Li navçeya Silopî ya Şirnexê keyayê taxa Ataturk Lezgîn Yagiz û keyayê taxa Cumhuriyetê Osman Înal yên bajaroka Gite rastî êrişa çekdarî hatin.

    Danê nîvro dema her du keya li ser kuçeya 1emîn a navenda bajêr bûn ji aliyê hin kesan rastî êrişê hatin û di encamê de her du keya birîndar bûn.

    Piştî ku keya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî Înal jiyana xwe ji dest da û Yagiz jî tê tedawîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li ser esnafên kurd êriş: 2 birîndar
    Li ser sînor êriş: 2 mirî, 4 birîndar
    Bîlançoya 2 rojên nijadperestiyê: 305 êriş
    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Etîketan:
    Lezgîn Yagiz, Osman Înal, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de