21:44 24 Mijdar 2017
Zindî
    Tarkan

    Tarkan : 'Di dilê min de HDP heye'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 579681

    Hat îdiakirin ku Tarkan daxuyanî daye û gotiye: ‘Dilê min de HDP heye .'

    Duh hat ragihandin ku rektorê Zanîngeha Maltepeyê Prof. Dr. Kemal Koymen ku xalê Tarkan e ji Rizeyê bûye namzetê CHPê.

    Ji ber vê yekê hat gotin ku stranbêj Tarkan jî dê piştgiriyê bide xalê xwe û dê li Rizeyê konserekê bide.

    Îro jî hat îdiakirin ku Tarkan derbarê hilbijartinên 1ê Mijdarê de daxuyanî daye.

    Li gorî îdiayan tê gotin ku Tarkan gotiye: 'Her çiqas xalê min ji CHPê bibe namzet jî, di dilê min de HDP heye. Ez heyranê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş im. Divê di 1ê Mijdarê de her kes li HDPê xwedî derkeve. Ji ber ku HDP dikare vî şerî bi dawî bike.'

    Stranbêjê navdar Tarkan bi demokratbûna xwe tê naskirin.

    Tê zanîn ku Tarkan ji bo talankirina Heskîfê piştgirî dabû gel û nerazîbûna xwe anîbû ziman. Her wiha bi Şivan Perwer re jî gelek caran hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Tarkan ji bo kîjan partiyê konser dide?
    Lîsteya HDPê diyar bû
    Namzetên CHPê diyarbûn
    Etîketan:
    CHP, HDP, Şivan Perwer, Tarkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de