16:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Heyder Îbadî: Pêrmerge hemberî DAIŞê serkeftin bi dest xist

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ji ber serkeftina operasyonên navçeya Daqûqê, pesnê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dide.

    Bexda — Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî li Baxdayê hatine gelhev û pirsa veguhestina dethilata wezîran, bûtçeya Kerkûkê û alîkariya polîsên Kerkûkê gotûbêj kirin.

    Li gor daxuyaniya Ragehandina Parêzgeha Kerkûkê di hevdîtinê de herdu aliyan jî tekez li ser wê yekê kirin ku bi taybet piştî hatina 119 hezar penaberan barek giran ketye ser Kerkûkê û divê ji bo vê jî alîkarî bigehe vî bajêrî.

    Herwiha hate diyar kirin ku Parêzgarê Kerkûkê ji bo hêzên polîs ên Kerkûkê daxwaza alîkariya çek, amêr û otomobîlên nû kir.

    Li gor daxuyaniyê Îbadî jî behsa giyana biratî û pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê kiriye û karên rêvebiriya Kerkûkê bilind nirxandiye. Herwiha behsa serkeftina vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge li beramber DAIŞ'ê daye û jiber rizgarkirina  gundên Daqûqê pesnê Pêşmerge daye.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Çapa berhemên Seîdê Kurd kete destê kê?
    KCD: 'Eger ziman bê asimîlekirin, Quran jî dê asimîle bibe'
    HDPê ji Erdogan pirsî: ‘Gelo em jî xwecihî û neteweyî ne?'
    Kongreya PYDê di roja duyemîn de ye
    Etîketan:
    Heyder Îbadî, baxda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de