04:57 24 Mijdar 2017
Zindî
    Kadrî Yildirim

    KCD: 'Eger ziman bê asimîlekirin, Quran jî dê asimîle bibe'

    © Sputnik/ Cesîm Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5212

    KCDê ji bo sala nû ya perwerdehiyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Parlementerê HDPê yê Sêrtê Qedrî Yildirimê di daxuyaniyê de banga boykotkirina dibistanan kir û got ‘divê gel xwedîtiyê li zimanê xwe bike.'

    Di daxuyaniya KCDê ya têkildarî zimanê dayikê de parlamenterên HDPê Qedrî Yildirim, Feleknaz Uca, Mulkiye Birtane, Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn. Daxuyanî ji aliye parlamenterê HDPê Qedrî Yildirim ve hat xwendin.

    Yildirim diyar kir ku ‘sala nû ya perwerdehiyê di nava şermeke mezin de dest pê dike, lewra îro li Tirkiyayê herî kêm 20 milyon kurd ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar in.'

    Yildirim bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ku ‘êdî kurd dikarin bi zimanê xwe bilorînin' û got, ‘ev jî tê wateya ku dê li Cizîr, Silopî û Amedê dê zêdetir komkûjî pêk bên û kurd jî dikarin li ser wan bi kurdî bilorînin.

    Bi wan politîkayan hûn bi ser nakevin

    Yildirim di dirêjiya axaftina xwe de anî zîman ku êdî ew naxwazin zimanê xwe di şînê de biaxivin û bal kişand ser nakokiyên daxuyaniyên rayedarên AKPê û Serokomar Erdogan û got, ‘berdevkê AKPê Arinç radibe û dibêje zimanê kurdî ne zimanekî

    şaristaniyê ye. Lê Serokomar Erdogan rabû, di pêvajoya hilbijartinê de Qurana pîroz wergerand zimanê kurdî û polîtîkayên xwe li ser Qurana bi kurdî domand.' Yildirim bang li hikumetê kir ku dest ji van polîtîkayan berde.

    Eger ziman bê asimilekirin dê Quran jî bê asîmîle kirin

    Yildirim herî dawî ji ayetên Quranê çend mînak dan û got: 'Di Qurana pîroz de dibêjê ku 'her zimanek ayetek e'. Eger ziman were asimîlekirin ayeta Quranê ji tê asimîle kirin.'

    Bi heman mijarî:

    KCD: ‘Kongreya PYD'ê kongreya neteweyî ye'
    Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir
    Etîketan:
    KCD, Qedrî Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de