12:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    HDPê ji Erdogan pirsî: ‘Gelo em jî xwecihî û neteweyî ne?'

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Parlamenterê HDP Îdrîs Baluken ji bo 550 wekîlên xwecihî û neteweyî bersiv da Erdogan: ‘Gelo em jî xwecihî û neteweyî ne?'

    Enqere — Serokê Koma Parlementerên HDPê Îdrîs Baluken, axaftina Serokomar Erdogan a ku duh li mîtînga bi navê li dijî terorê de gotibû ‘ez 550 wekîlên xwecihî û neteweyî dixazim' rexne kir.

    Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace

    Baluken li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Erdogan wiha pirsî got: ‘Wekî kurd gelo em jî dibin xwecihî û neteweyî? Yan jî em jî dikarin bibin gelo? Gelo kesekî ku vê dizane heye?'

    HDP: Li hemberî ewlehiya hilbijartinan astengiya mezin Erogan e

    Ji alîyek di ve berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî xebatên hilbijartinê agahî da û xwest ku hemû kes ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bo parastina ewlehiya sindoqan serlêdanê bike. Bîlgen diyar kir ku Erdogan ji bo partiyekî rasterast deng

    dixwaze û ev yek li hemberî ewlehiya sindoqan astengiya herî mezin e.

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî xebatên hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Bîlgen anî ziman ku ewil bi şewitandina avahiya wan a partiyê dosyayên serlêdanan ên bernamzetan hatni îmhakirin bi vî rengî hatiye

    xwestin ku ketina wan a hilbijartinan bê astengkirin lê ligel vê yekê jî di demeke kin de dosya amade kirine û ev astengî derbas kirine. Bîlgen ku îradeya ku di 7'ê hezîranê de derketiye holê tune hatiye hesibandin û li ser AKP têkçûna xwa ya 7'ê hezîranê bi spekulasyonan ve xwestiye bigire.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: ‘Pirsgirêka koçberiyê berpirsiyariya Ewropayê gişkî ye'
    Rewşa penaberên ku li salonên sporê bi cih dibe dê çawa be?
    Kongreya PYDê di roja duyemîn de ye
    Cerdevanan nexwestin derkevin operasyonan û çek danîn
    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Etîketan:
    Îdrîs Baluken, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de