04:59 24 Mijdar 2017
Zindî
    cerdevan

    Cerdevanan nexwestin derkevin operasyonan û çek danîn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Du roj berê Wezareta Karên Hundir daxuyanî dabû ku dê 5 hezar cerdavanên nû bigirin. Lê li Şirnexê nêzî 50 cerdevanên ku nexwestin derkevin operasyonan û çek danîn.

    Astengiya leşker û polêsan ya dijî welatiyên ku xwestin bibin mertalên zindî li çiyayê Cudî û Şirnexê didome. Hat ragihandin ku ji bajarokê Qesrik û Dergulê cerdevan beşdarî operasyonê bûne.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin rayedarên leşkerî bi zorê xwestine cerdevan beşdarî operasyonê bibin li ser vê yekê ji gundê Spîvanê ya bi ser Qesrîkê ve nêzî 50 cerdevanî derketina operasyonan qebul nekirine û çekên xwe berdane.

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê terme însanekî 60 salî hat dîtin
    Li Qamişloyê teqîn
    DAIŞê bi çekên giran êrişa YPGê kir
    Etîketan:
    Qesrik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de