19:36 23 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi çekên giran êrişa YPGê kir

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Hat ragihandin ku li nêzîkî bajarokê Til Berakê yê girêdayî bajarê Cizîrê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina DAIŞê de şer û pevçûn derket.

    Li başûrê bajarokê Til Berak yê bi ser parêzgeha Hesekê ya Rojava, şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de qewimî; lê heya niha derbarê hûrgiliyên wî şerî û hejmara kuştî û birîndaran de tu agahî nehatiye zanîn.

    Seîd Memozînî
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, piştî destpêkirina şer DAIŞê bi çekên giran ew herêm topbaran kiriye.

    Heya niha çend navçeyên parêzgeha Hesekê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de mane; lêbelê tê zanîn ku piraniya xelkê wan navçeyan ên wekî Hol û Şedadê ereb in û piştevaniya DAIŞê dikin.

    Ew demek e ku YPG amadekariyên şerê kontrolkirina bajarokê Holê dike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em razînabin li YPG’ê bidin
    YPG: Li Sirîn û Kizwanan bi dehan çete hatin kuştin
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de