13:55 24 Mijdar 2017
Zindî
    Roboskî

    Derbarê komelkujiya Roboskiyê de agahiyên nû derketin

    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Derbarê 34 welatiyên ku li Roboskiyê hatibûn kuştin de agahiyên nû derketin holê. MITê berî qetliyamê, 2 caran agahiya şaş a ku ‘PKK dê çalakiyan bike' daye Sererkaniyê û ev agahî ji dozger hatine veşartin.

    Di bûyera Roboskiyê ya ku tê de 34 welatî hatibûn kuştin de, Rawejkeriya MITê û Serdozgerê Amedê, bi nivîs û agahiyên xwe xwestine ser mijarê binuxumînin.

    Li gorî îdiaya Rojnameya Cumhuriyetê, MITê ji Sererkaniyê re gotiye ku Fehman Huseyîn (Bahoz Erdal) dê li herêmê çalakiyan bike.

    Hat ragihandin ku ev bûye sedema krîzekê û Serdozgeriya Amedê nasnameyên xebatkarên ku ev agahiyên Roboskiyê veşartine ji Rawejkariya MITê xwestine.

    Piştî qetliyamê Serdozgeriya Amedê, ji MITê derbarê mijarê de pirsîbû, ‘gelo piştî bûyerê di sînor de çûn û hatin çêbûye an na?' MITê di bersiva xwe de gotibû, ‘derbarê mijarê de ji MITê tu nivîs, agahî û zanîn ji bo saziyan û kesan nehatiye dayîn.'

    Hat zanîn ku MITê du caran li ser sîstema OBIPASê bi Sererkaniyê re bi nivîskî agahî parve kirine.

    Serdozgeriyê jî, ji MITê ev pirs kirin, sebeba agahiyên şaş çi ye? Xebatkarên ku agahiyên şaş dane kî ne? Xebatkaran ev dîrektîf ji kî standiye?

    Bi heman mijarî:

    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"
    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    "PKK dixwaze xwe meşrû bike"
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de