15:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    FLAŞ - YPG: "Tirkiye derewan dike!"

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 107 0 0

    Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê îdiayên hin organên çapemeniyê yên Tirk ên ku dibêjin şervanên YPG'e ji aliyê DYA ve hatine perwerdekirin û li Tirkiyeyê şer dikin, derewand.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê îdiayên hin organên çapemeniyê yên Tirk ên ku dibêjin şervanên YPG'e ji aliyê DYA ve hatine perwerdekirin û li Tirkiyeyê şer dikin, derewand.

    Daxuyani fermî ya Fermandariya Giştî ya YPG'ê wiha ye:

    "Hin nûçeyên di desteyên ragihandina dewleta Tirkiyê de hatine belavkirin de tên îdîa kirin ku endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojava li Tirkiyê şer dikin. Ev nûçeyên ragihandina Tirkiyê belav dikin ji rastiyê dûr in, berevajî kirin e.

    Armanca wan ji van nûçeyan têkbirina destketiyên Rojava û hevkariya ku di navbera YPG û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de bi awayekî xurt û bandor berdewam dike, gihiştiye astekî, rawestînin.

    Me beriya niha jî bi daxuyaniyekî fermî û zelal helwesta xwe ya li hember şerê li Tirkiyeyê yê di navbera dewleta Tirk û PKK de diyarkiribû û gotibû em ne beşekî vî şerî ne."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi topan êrişî Mexmurê kir
    Di hilbajartinên Yewnanistanê de SYRIZA li pêş e.
    Li Kaxismanê şer: Şervaneke HPGê jiyana xwe ji dest da
    Amerîka: Em ligel Barzanî berdewamin bo rizgar kirina Mûsilê
    Pîrên Elewiyan çûn serdana Cizîrê
    FLAŞ - Orhan Miroglu îdia kir: 'Eger ku HDP ji barajê derbas bibe wê...'
    Etîketan:
    YPG, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de