03:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Pîrên Elewiyan çûn serdana Cizîrê

    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Pêşeng û pîrên Elewî ji bo piştevaniyê çûn Cizîrê û malbatên welatiyên hatin qetilkirin ziyaret kirin.

    Cizîr - Di nava wan de nûner û pîrên Elewiyan ên saziyên wekî Komeleyên Elewî ya Demokratîk, Komeleya Elewiyan a Loqmeya Xizir, Komeleya Çandê ya Koçgirî hebûn ji bo piştevaniyê çûn Cizîrê.

    Heyeta Elewiyan bi dirûşma, "Bi aştiyê re gel û bawerî li Cizîrê tên cem hev" çûn serdana konê sersaxiyê ya Taxa Cûdî û sersaxî ji malbatan re xwestin.

    Heyeta Elewiyan dawiyê de çûn avahiya DBPê û koliyên alîkariyê li wir danîn. Heyet çûn Taxa Nûrê ku 9 rojan di bin dorpêça polîsan de bû û li hemberî wêraniya ku hêzên dewletê pêk aniye matmayî man.

    Heyeta Elewiyan li wir daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniyê de Pîrê Elewiyan Alî Soysuren axivî û got:

    ‘Me xwest em ji bo dayik, bav û zarokan bibin bersiv hatin vir. Wekî girêkekê ji bo Brahîm bibin dilopek av. Cizîr berxwedana xwe ji me re vegot û dibêje jiyaneke hevpar ancax li hev helalkirinê û rizayê dikare pêk were. Ji bilî vê yekê tiştên din zilm e. Li hemberî zilmê em bi gelê Cizîrê ne.'

    Bi heman mijarî:

    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Kılıçdaroğlu : Li Cizîrê demokrasiya vekirî û girtî te domandın
    Li Cizîrê derketina derve qedexe ye
    Selahattin Demîrtaş li Cizîrê axivî got: "Enqere ditirse"
    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Komeleya Çandê ya Koçgirî, Komeleya Elewiyan a Loqmeya Xizir, Komeleyên Elewî ya Demokratîk, Alî Soysuren, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de