21:38 22 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Hevserokê PYDê Salih Mislim kongreya PYD de axivî

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Hevserokê PYDê Salih Mislim di şeşemîn kongreya partiya xwe de got, me xwe ji bo şer û aloziyên Sûriyê amade kiribû. Mislim her wiha got, dijbere û hikûmeta Sûriyê nikarin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin.

    Cizîr — Îro li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê, şeşemîn kongreya PYDê dest pê kir. Kongre bi axaftina Salih Mislim vebû.

    Salih Mislim di axaftina xwe de diyar kir ku wan dizanîbûn rêjîma Sûriyê wisa zû nayê hilweşandin û got, me xwe ji şer û aloziyên Sûriyê re amade kiribû.

    Mislim anî ziman ku sîstema kantonan bijareya herî baş e ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn û got, em bi birayên xwe yên ereb re kar dikin da ku sîstema kantonan li Sûriyê bidin rûniştandin.

    Li gorî Hevserokê PYDê, hikûmet û dijbereya Sûriyê nikarin pirsgirêkên wî welatî çareser bikin û hêzên navdewletî jî nekarîne tiştekî mezin ji Sûriyê re nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Kongreya PYDê berdewan dike
    Partiyên ku beşdarî kongreya PYDê bûne
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    PDK beşdarî kongreya PYDê bibe
    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    Etîketan:
    Salih Mislim, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de