07:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    Selahettin Demirtaş, Mele Bextiyar, Osman Baydemir

    Mela Bextiyar: YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê dike

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Bi beşdariya şanda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê kongireya 6`emîn ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê li bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan — Şanda YNK`ê bi serokatiya Mela Bextiyar berpirsê Desteya Kargêrî beşdarî di kongireya PYD`ê de kir.

    Ji aliyê xwe ve jî Mela Bextiyar serokê şanda YNK`ê jî gotina xwe pêşkêş kir û têde behsa rola PYDê û şervanên YPG`ê kir, girîngiya rola şervan û Pêşmerge û Gerîlayan di şerê li dijî DAIŞê de nirxand.

    Mela Bextiyar di beşeke gotara xwe de ronî xiste ser dîroka xebata gelê Kurd û tekezî li ser wê yekê kir ku YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê bê cudahî dike, her wiha diyar kir ku YNK`ê piştgiriyê dide berxwedana Rojavayê Kurdistanê li dijî teror û hêzên tarî û wê ti carî va erka xwe bernede.

    Bi heman mijarî:

    Kongreya PYDê berdewan dike
    Partiyên ku beşdarî kongreya PYDê bûne
    MOSKOW - "Divê Rûsya li gel Pêşmerge û YPGê be"
    Polîs li Geverê êrîşî gel dikin
    SÛRİYÊ - Gelo Amerîka û Rûsya lihev bikin?
    PDK beşdarî kongreya PYDê bibe
    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"
    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    Etîketan:
    Mele Bextîyar, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de