16:54 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kongra PYDê

    Kongreya PYDê berdewan dike

    © Foto: Fecebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Şeşemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna nûnerên partiyên mezin ên Kurdistanê dest pê kir.

    Cizîr — Îro 20 / 9 / 2015`e li hola Aram Tîkran a li bajarê Rimêlan a kantona Cizîrê ye bi amadebûna 600 delegeyan û hejmarek mezin ji mêvanan ku ji şandên cuda ji Partiyên siyasî û kesayetiyên ji Kurdistanê û Ewropa hatine, şeşemîn kongira asayî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê di demjimêr 09: 20 xulekan de dest bi xebatên xwe kir.

    PYD
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON

    Her wiha kongire bi amadebûne encumen û desteyên Rêvebiriya Xweser a Demokrat li kantonên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin û serokên encumenên zangonsaz û encumenên cîbicîkar en kantonan, hevserokên kantona Cizîrê, nûnerên TEV-DEM û nûnerên civaka sivîl beşdarî xebatên kongirê dibin.

    Kongirê bi diruşmeyên weku Polîtîka Demokrat bingeha avakirina civaka Demokrat a Ekolojîke, Berxwedana Kobanê serkeftina nirxên niştimanî û mirovî ye, Zanabûn, Birêverî û Rêxistin bingeha avakirina mirovê Azade, Rêbaza Şehîdan û remana Rêberê me azadiya gelê me misoger dike birêve çû.

    Kongirê di demjimêr 09:20 de bi xulekekê rêzgirtin li ser giyana cangoriyên tekoşînê dest pê kir û pişt re Hevseroka Partiya Yekîtiya demokrat PYD`ê Asya Ebdulla gotara vekirina kongirê pêşkêş kir û wê her yek ji hevserokê seroketiya kantona Cizîrê Hemdî Deham El-Hadî, Berpirsê Desteya kargêr ê polîburoya YNK Mela Bextiyar, Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê Kemal Kerkûkî, serkirdeya Tevgera Goran Zerdeşt Mela Hesen û Selma Irmak bi nave Partiya Demokrasiya Gelan gotaran di kongirê de pêşkêş bikin.

    Her wiha wê Kongira Jina Azad, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîstî Kurdistan, Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Rizgarî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Kesek a Kurdistanê, Partiya Sor a Nerwêcê, Partiya Kesk a Denîmarka, pêkhateya Suryanî li kantona Cizîrê, Koma Civakên Kurdsitanê KCK`ê û Desteya Nîştimanî ya Hêzên Veguherîna Nîştimanî gotarên xwe di kongirê de pêşkêş bikin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên ku beşdarî kongreya PYDê bûne
    MOSKOW - "Divê Rûsya li gel Pêşmerge û YPGê be"
    Polîs li Geverê êrîşî gel dikin
    Li Tatosê 3 HPG'î hatin girtin
    SÛRİYÊ - Gelo Amerîka û Rûsya lihev bikin?
    Etîketan:
    PYD, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de