14:21 24 Mijdar 2017
Zindî
    partîyen bakur

    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"

    © Foto: Pak Merkez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 82 0 0

    Hejmarek partiyên siyasî yên Bakurê daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê û PKK kirin ku dawî li şer bînin.

    Amed- Îro li Amedê wan partiyan di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kirin ku dest ji tundutîjiyê û kuştina sivîl berde, herwiha daxwaz ji PKKê kirin ku rêya demokrasiyê bigire û destkeftên gelê Kurdistanê biparêze.

    Wan partiyan bang li herdu aliyan kirin ku şer rawestînin û li ser maseya diyalogê rûnên.

    Herwiha ji PKKê re gotin bi kolandina çeperan di nava bajarên Kurdistanê de û bi gûrkirina şer, ziyan digihê gelê Kurdistanê.

    Ew partiyên ku tê de beşdar bûn ev in: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) — Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) — Partiya Kurdistanî (PAKURD)- Hereketa Azadî — Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP) — Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP)

    Bi heman mijarî:

    Li çiyayê Dêrsimê 3 kuştî hatin dîtin
    Li Rihayê 2 jê zarok 10 kes hatin girtin
    83 mertalên zindî yên binçavkirî: ‘Em ê kuştinan rawestînin'
    TAYBET-DAIŞê li Mûsilê 128 kesên ku telefon bi kar dianîn xiste zîndanê
    Rêxistinên Elewiyan çûn serdana Cizîrê û lêkolîn kirin
    Etîketan:
    PAK, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de