19:52 23 Mijdar 2017
Zindî
    ahmet turk

    Turk: Xelasiya Tirkiyeyê di rêveberiya cewherî de ye

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Encamnameya Xebata Rêveberiyên Herêmî a DBP'ê ku bi slogana "Em bi hevre ber bi rêveberiya cewherî" ji aliyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ve hate eşkerekirin û Turk diyar kir ku rêveberiya cewherî pêdiviyeke ku demokrasiya Tirkiyeyê pêşve bibe ye.

    Turk di axaftina xwe de got,'rêveberiya cewherî dê hikûmetê û welat ji kaosê derxîne. Rêberê Gelê Kurd bi awayeke azad di pêvajoya çareserî û muzakereyê de divê muxatab bê dîtin. Hevalên me yên hatine hilbartin divê bên berdan.' Piştî daxuyaniya Turk hemû bijarte ber bi Sûrê ve meşiyan.

    Ev 3 sal in gele Tirkiyeyê bi hevî bû

    HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Serokê Şaredariya Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘di 2013'an de pêvajoya çareseriyê ku bi banga birêz Ocalan dest pê kir ve li hemû welat ev 3 sal in hêviyên aştiyê hebû. Hemû kesan bawer kiribûn ku ev pirsgirêk dê bi aştiyeke mayînde çareser bibe û jiyaneke nû şîn bibe.'

    Heta pirsgirêk neyê çareserkirin em ê bedelên giran bidin

    Turk di dirêjiya axaftina xwe de got,'heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê bedelên giran bidin. Li cihanê mînakên vê yekê pêk hatiye û encamên girîng jî hatine bidestxistin. Mînaka herî şênber jî Rojavaye û li ber serê me ye. Ji pirsgirêka kurd wêdetir li vî welatî rêveberiyên herêmî pêdiviyeke acil e. Di demên dawî de nêzîkatiya bi tund a li dijî kurdan belavbûna li hemû Tirkiyeyê mirovan dixe fikaran.'

    Bi heman mijarî:

    HDP ji bo 8 bajarî pilaneke taybet amade dike
    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    HDP: ‘Ev êriş çima pêk hatin wezîro?'
    Etîketan:
    HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de