03:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    cerdevan

    Tirkiya: '5000 cerdevan dê hilbijartinên 1ê Mijdarê biparêzin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li gorî medyaya Tirkiyayê Wezareta Karên Navxweyî ji bo cerdevantiyê kadroyê dide 5000 cerdevanan û ew dê digel hinek karên cuda ji ewlehiya hilbijartinan jî berpirsiyar bin.

    Li gorî medyaya nîvfermî Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok bi telîmata Serokwezîr Ahmet Davutoglu li 22 wîlayetên kurdnişîn sîstema gundparêziyê ya ku wekî pergala cerdevaniyê jî tê naskirin tê çalakkirin. Di vê çarçoveyê de dê 5 hezar kadroyên vala tijî bikin. Ev 5 hezar kadro dê digel parastina hinek şirketan dê sindoqên dengan û pêvajoya hilbijartinê jî bişopînin.

    Li gorî medyaya kurdî ev biryar gelekî xeternak e; divê demildest bê betalkirin û pêvajoya hilbijartinê nekeve bin siya hêzên ewlehiyê yên kirêgirtî.

    Hêjayî gotinê ye ku ev hêzên ewlehiyê di nava medyaya fermî de wekî 'gundparêzên demkurt' tên binavkirin û di nav lîteratura kurdan a gelêrî de jî wekî cerdevan û cehş (formê nefretê) tê naskirin. Sedema bikaranîna forma nefretê ji ber hinek bêusûliyên wan hêzan e ku li gelek deveran tevî karên komkujiyê bûne û bi tawanên giran tên darizandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûşê 3 endamên HDPê hatin girtin
    Artêşa Tirk: ‘Waliyan destûr neda 282 operasyonan'
    ANALÎZA ROJEVÊ - Bi rêbazên 'alaturka' û 'reşekurmancî' heta kê derê?
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de