04:53 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li dijî wesayîta polêsan êriş

    Li Mêrdînê wesayît pêl mirovan kir: 4 mirî

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Mêrdînê wesayît li rewiyan qelibî, di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Li gor agahiyên ku hatin zanîn, texsiya bi pîlaqeya 33 AYN 37 a ku ajokarê wê Mehmet Turay bû li nêzîkî avahiya Rektoriya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ji kontrolê derket û derkete peyarêyê, li darê û panoya reqlamê qelibî paşê jî li peyayên wê derê qelibî.

    Di qezayê da Mehmet Habat Yildirim, Abdulkadîr Ozer û Mehmet Abay li dewsa bûyerê mirin, ajokar Turay, Mehmet Çagan, Yonca Karakoç û Ferît Demircan birîndar bûn.

    Ekîbên Serwêsa Ecele a 112ê dermankirina ewil kirin û paşê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mêrdîn û Qiziltepeyê.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber qeza tirafîkê 2 kes mirin, 9 birîndar
    Etîketan:
    Mehmet Abay, Abdulkadîr Ozer, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de