18:05 23 Mijdar 2017
Zindî
    LGBTÎ

    Kaos Gl li Enqereyê Konferanseke Navneteweyî li dar dixe

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 132 0 0

    Kaos Gl, bi ser mafên LGBTÎyan, wekheviya civakî ya zayendê û politkayên derbarê vê mijarê de, di 5-6ê Mijdarê de li Enqereyê Konferanseke Navneteweyî li dar dixe.

    Kaos Glyê nêzê bîst salan e ji bo mafên LGBTÎyan têkoşînê dide di rojê 5-6ê Mijadarê de li Enqere Rixos Otelê Konferansa Zayendî û Pirrengiya Navneteweyiyê li dar dixe.

    Hevdîtina Li Dijî Homofobiyê ya Navnetewî, Sempozyuma Li Dijîyê Firqmeyliyê, civaka LGBTIyê ku li dijî trasfobî û homofobiyê têkoşîn dide, gelek rojnamevan, saziyên sivîl û burokrat beşdarê vê konferansê dibin.

    Hat ragihandin ku ji Ewropayê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî  Ban Ki-Moon, Komiserê Mafên Mirovan  Nils Muiznieks, Alîkarê Serokê Parlamentoya Ewropayê Ulrike Lunacek Raportorê Giştî ya LGBTî Jonas Gunnarsson, Nûnerê Yekitiya Ewropayê Hansjörg Haber wê di konferansê de biaxivin.

    Ji hêla din ve ji Tirkiyê jî Parlementera HDPê Beyza Ustun,  Parlementerên CHPê Ayşe Gulsun Bilgehan û Mahmut Tanal, Serokê Şeredariya Beşiktaşê Murat Hazinedar,, Hevseroka Şeredariya Akdenizê Yuksel Mutlu wê beşdarê konferansê bibin.

    Har ragihandin ku di konferansê de bi taybetî van mijarên hanê bête nîqaş kirin:

    1-Di nav pergala navneteweyî de derbarê parastina  mafên LGBTIan de berpisyariyên dewletên desthilatdar
    2-Di çarçoweya Berêxwedana Zayendê, Nasnameya Zayendî û Zayendiya Civakî de îzahkirina ‘demokrasî', ‘Zayendiya Civakî', ‘Duzena Raya Gel'
    3-Têkoşîna li hember firqmêyliyê
    4-Di navbera kes û saziyên LGBTIyan de avakirina yektiyê.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Rûsyayê çawa xwe ji asîmîlasyonê diparêzin?
    'Tirkiye pasaportan dide DAIŞê'
    TAYBET - WÊNE - Li 4 welatan rewşa kurdan çawa ye?
    Etîketan:
    Kaos Gl, Yuksel Mutlu, Nils Muiznieks, Ban Kî Mûn, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de