21:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Sûriyê

    Sûriya: Armanca Erdogan ew e ku HDPê ji parlamentoyê derxe

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hukimeta Sûriyayê ragihand ku Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan dest bi şer kir da ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji parlamentoyê derxe.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Sûriyayê Welîd Muelim di hevpeyvînekee ligel televizyona fermî ya welatê xwe de ragihand ku Erdogan dixwaze kurdan li Tirkiyayê bêbandor bike û di şerê niha de armanca wî ya sereke kurd in, ne DAIŞ e.

    Welîd Muelim herwiha dibêje ku Erdogan dest bi şer kir da ku nehêle partiya kurdan a sereke dîsa derbasî parlamentoyê bibe.

    Wezîrê Derve yê Sûriyayê destnîşan kir ku Tirkiya di şerê xwe yê li dijî DAIŞê de ne ciddî ye û teqez kir ku Tirkiya di bin maseyê de piştigiriya DAIŞê dike.

    Herwiha Muelim red kir ku tu hêzeke Rûsyayê li ser axa Sûriyayê hebe û da zanîn ku eger pêwist bike dê hukimeta wî daxwaza alîkariyê ji hêzên Rûsyayê bike.

    Welîd Muelim wiha got: 'Hêzên me dikarin li ser erdê bi tenê şer û parastinê bikin, lê pêwîstiya me bi çekên zêdetir heye da ku em şerê terorê bikin. Alîkariyên Rûsyayê yên heta niha, ji aliyê pêşkêşkirina alavan û perwerdeya leşkerî bûye."

    Bi heman mijarî:

    YEyê Tirkiye rexne kir
    Di lîsteyêyên HDPê de cihê gelek namzetan hat guherandin
    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    TAYBET - WÊNE - Li 4 welatan rewşa kurdan çawa ye?
    Etîketan:
    Welîd Muelim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de