04:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    HDP xwepêşandana Stenbolê, Şemî, Gulan 30, 2015

    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    HDP û EMEP'ê ragihandin ku ew ê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de bi hev re tevbigerin.

    Navenda Nûçeyan - Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan, der barê hilbijartinên 1ê Mijdarê de daxuyaniyeke hevpar dan.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Di nava şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên ji dema beriya 7'ê Hezîranê girantir in de, Tirkiye di 1ê Mijdarê de hilbijartina pêşwext pêk tîne.  Serokomar Tayyîp Erdogan û AKP, piştî têkçûna hilbijartinê ya 7êHezîranê, li hemberî gelên bindest dest bi pêleke nû ya êrîşê kirin.'

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di nava vê tabloyê de pêwîstiya hêzên demokrasiyê hîn bêhtir bi têkoşîneke hevpar heye.

    Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: ‘Weke EMEP û HDP em biryardariya xwe bi raya giştî re parve dikin ku em ê di hilbijartina pêşwext ya 1ê Mijdarê de bi hev re tevbigerin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku destekê bidin HDP'ê.'

     

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetin ji wezîfeyê hat hildan.
    HDP ji bo 8 bajarî pilaneke taybet amade dike
    Di bin siya şer û pevçûnan de hilbijartinên 1 Mijdarê
    Kişanak: 'Em ê her tim Ocalan silav bikin'
    Ayhan Bilge: ‘HDPê têra xwe rîsk hildaye, divê Davutoglu jî hilde'
    Etîketan:
    EMEP, HDP, Figen Yuksekdag, Selahattin Demîrtaş, Selma Gürkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de