08:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    îran

    TAYBET - WÊNE - Li 4 welatan rewşa kurdan çawa ye?

    © Foto: AFP PHOTO - SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn Ardeşîr Pêşeng rewşa kurdên Îran, Tirkiya, Iraq û Sûriyayê ji Spûtnîkê re nirxand.

    Pisporê serbixwe yê siyaset û Rojhilata Navîn Ardeşîr Pêşengê ku kurdekî ji rojhilatê Kurdistanê ye rewşa kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ji Spûtnîkê re nirxand.

    îran
    © Foto: AFP PHOTO - SAFIN HAMED
    îran

    Li Rojhilat

    Mirov dikare bibêje ku Serokomarê Îranê li ser sozê xwe yê di hilbijartinê de dayî sekiniye. Zimanê kurdî di hemû astên perwerdehiyê de tê hînkirin. Di serdana xwe ya li Sineyê de soz dabû ku beşa kurdî ya ajansa nûçeyan a IRNAyê jî veke û xebat berdewam dike.

    Di van rojên dawîn de Îranê gaveke girîng avêt û balyozê xwe yî kurdnijad Salih Abedî li Vîetnam û Kamboçyayê peywirdar kir.

    Ji aliyekî din ve li eyaleta Xoyê li dijî hêzên PJAKê operasyonek hate destpêkirin. Di encamê de 7 endamên tevgerê digel 2 mîlîtanan jiyanên xwe ji dest dan û 5 kes jî hatin girtin.

    kurd
    © Foto: AP Photo/ Vadim Ghirda
    kurd

    Li Başûr

    Pirsgirêka hera girîng a vê beşê mijara serokatiya Mesûd Barzanî ye. Her du partiyên sereke PDK û YNK dixwazin ku Barzanî desthilatdar be; lêbelê ji bo selahiyetên wî li hev nakin. YNK dibêje ku bila desthilatdariya Barzanî bi 2 salan were sînorkirin û selahiyetên wî bên kêmkirin; lê PDK dixwaze ku bibe xwediyê selahiyetên berfirehtir û ji bo maweyeke berfirehtir desthilatdariyê bimeşîne. Heta niha jî li ser biryareke hevpar lihevkirinek pêk nehatiye.

    Pirsgirêka duyem jî  şerê Hêzên Peşmerge yê li dijî DAIŞê ye ku heta niha Hewlêr û Bexda negihiştine tevgereke hevpar. Di navbera her du aliyan de nîqaşeke dijwar heye ku di encamê de Dadgeha Bilind a Iraqê derheqa Dijbereya DAIŞê û rayedarekî PDKê de biryara îdamê daye.

    tirkîye
    © Foto: REUTERS - Huseyin Aldemir
    tirkîye

    Li Bakur

    Serokomarê Tirkiyayê Erdogan DAIŞ û PKKyê wekî hev dibîne û ev daxuyaniya wî di medyaya cîhanê de tê nîqaşkirin. Li ser HDPê zext hene, li dijî hevserokê wê nêçîreke siyasî hatiye destpêkirin û Serdozgerê Komarê jî doza cezayê 24 salan lê vekiriye. Erdogan dixwaze hilbijartineke pêşwext demildest pêk were û HDP nikaribe têkevê. Bi texmîna mîn, ji ber ku Erdogan siyasetmedarekî xurt e hêza leşkerî tercîh dike.

    Di encamê de li çend bajarên kurdan rewşa awarte hate ragihandin. Çavdêr dibêjin ku ev alozî û pevçûn dê heta hilbijartinê bidomin. Ji ber qanûnên rewşa awarte hilbijartinên durist û camêrane dê neyên kirin.

    Hêviya ku piştî hilbijartinên 1ê Hezîranê peyda bibû ji holê rabû û welat di nava tirsekê de dijî. Berpirsiyar Erdogan e, ne tenê welatê xwe, herêmê gişkî diavêje ber xetereyan.

    kurde stenbol
    © Foto: Cesîm Îlhan
    kurde stenbol

    Li Rojava

    Siyaseta Erdogan a êrişkar ew e ku rewşa aloz a li Sûriyayê kûrtir bike da ku herêm bêistiqrar be. Herwiha dixwaze PYDya ku endamên wê li dijî DAIŞê şer dikin lawaz bike.

    Ji ber şerê li Sûriyayê qeyraneke koçberiyê hemû cîhan daye ber xwe. Dîmenên cendekê zarokê kurd ê ku li ber qeraxên Tirkiyayê hate dîtin nûçeyên li ser înternetê serobino kirin.  Kurdên rojavayê ji ber vê bûyerê ketine nava xemeke bêhempa. Ev trajedî nîşan dide ku stratejiya hêzên hevpeyman a li dijî DAIŞê şaş e. Hêzên hevpeyman şerekî korane pêk tînin. Bi gotineke din, ne tenê herêma ku DAIŞ lê peyda dibe, herwiha herêma kurdnişîn jî carinan bombebaran dike.

    Kurdên Rojavayê di pêşerojê de li benda pêşveçûnên girîng in; lêbelê ji ber vê hevrikiya kûr texmîneke rast ne pêkan e.

    Bi heman mijarî:

    Kurdan ji Serokê Amerîkayê re name şand
    Abdullah Gul: "Bila kurd di bin partiyekê tenê de kom nebin"
    PYD: Civîna me li gel Barzanî li ser daxwaza Emerîka bû
    Muellim: 'Li Sûriyayê leşkerên Rusyayê tunene; lê hewce bike em ê daxwaz bikin'
    Dewleta Misrê tunêlên Xezzeyê bi avê tijî dike
    Etîketan:
    Ardeşîr Pêşengê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de