06:44 23 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Gul

    Abdullah Gul: "Bila kurd di bin partiyekê tenê de kom nebin"

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 91 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê berê Abdullah Gul got, eger girêdana Kurdan a bi dewletê ve lawaz bibe, ji bo Tirkiyeyê xeter e.

    Stenbol — 11emîn Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul beşdarî bernameya NTVyê bû pirsên rojnamevan Murat Yetkin, Alî Bayramoglu û Ayşe Bohurler bersivand.

    Abdullah Gul wiha got: "Di dema ku têkoşîn li hemberî terorê tê kirin de eger kurd were rencîdekirin û ayîdbûna wan a bi dewletê ve were lawaz kirin ew yek dê ji bo Tirkiyeyê bibe xeter. Divê gel ji Tirkiye neyê dûrxistin. Hemû kes hemwelatiyên

    Tirkiyeyê yên wekhev in."

    "Şaş e ku kurd di bin partiyekê tene de kom bibin"

    Gul anî ziman, li gorî wî îro şaş û ne baş e kurd di bin yek partiyê de kom dibin û wiha domand: "Ma rêxistina teror ferq nake çi dike, çawa tê bikar anîn û ji aliyê kê ve tê motîve kirin? Derbarê van de gelekî pirsê werin kirin."

    Serokomarê berê yê Tirkiyeyê ameje kir ku malbatên kurd û tirk ji şer û pevçûnan zerare dibînin û wiha pê de çû: "Hinek caran hin kiryar û gotinên şaş bêhemdê mirov dibin sedema hinek  rûdanên din. Ez di dema hikûmetê de bûm û serokomar jî min digot çi ji bo bihêzkirina girêdana bi dewletê ve pêwîst be divê were bicihkirin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Beşdarî vekirina Camiya Moskovayê dibe
    PYD: Civîna me li gel Barzanî li ser daxwaza Emerîka bû
    Muellim: 'Li Sûriyayê leşkerên Rusyayê tunene; lê hewce bike em ê daxwaz bikin'
    Dewleta Misrê tunêlên Xezzeyê bi avê tijî dike
    Barzanî li Kobaniyê li ser navê Alan dibistan û nexweşxaneyê ava dike
    Etîketan:
    Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de