21:42 24 Mijdar 2017
Zindî
    ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

    PYD: Civîna me li gel Barzanî li ser daxwaza Emerîka bû

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Nûnerê PYD`ê li Ewripayê Ebdilselam Mistefa ku di civîna partiya wan de li gel Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê beşdar bibû, diyar kir ku civîn li ser daxwaza Emerîka pêk hat.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê li Ewripa Ebdilselam Mistafa yê ku tevî Şandeke pêkhatî ji her yek ji Hevserokê PYD`ê Salih Muslim û nûnerê TEV-DEM`ê li Êraqê Mihemed Reşo pêk dihat ligel,  Serokê Herêma

    Kurdistanê Mesûd Barzanî û her yek ji Fuad Hisên û Mesrûr Barzanî li Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahdîn civiyan ragihand ku ev civîna wan li ser vexwendina Dewletên Yekbûyî Emerîka pêk hat.

    Mistafa da xuyakirin ku piştî li Biruksel ew ligel Emerîkiyan civiyan, DYE ew vexwendin civîna ligel Barzanî, her wiha diyar kir ku her yek ji balyozê Emerîka li Êraqê  Stuart Jones, alîkarê wezîrê derve yê Emerîka Brett McGurk,  nûnerê  Barak Obama yê şerê li dijî DAIŞ General John Allen û hejmarek ji fermandar û efserên Emerîkî di civînê de amade bûn.

    Nûnerê PYD`ê li Ewropa Ebdilselam Mistafa da zanîn ku armanca civînê  gotebêjkirina hevkarî û hevrêziya di şerê li dijî DAIŞ û Eniya El-Nusra de û makanîzm ku pêwîst e di şer de werin birêvebirin. Her wiha da xuyakirin ku ev rêkeftin wê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê  de bê lidarxistin.

    MHP û HDP
    © Foto: Cesîm Îlhan
    Mistafa ji aliyekî din ve tekez kir ku bi ti awayî pirsa Pêşmergeyên ji aliyê hikûmeta Herêmê ve hatine perwerdekirin û tê gotin wê biçin Rojava, ne mijara civînê bû.

    Ebdiselam Mistafa da xuya kirin ku civîn erênî bû û alî jê dilxweş bûn û tekez li ser wê yekê kir ku ew weku PYD`ê ji bo doza Gelê Kurd herdem amadene tiştê ji wan tê xwestin pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Muellim: 'Li Sûriyayê leşkerên Rusyayê tunene; lê hewce bike em ê daxwaz bikin'
    Dewleta Misrê tunêlên Xezzeyê bi avê tijî dike
    Polêsên alman melayê kurd kuştin
    Li Tetwanê êrişa bombeyî 3 birîndar
    Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetin ji wezîfeyê hat hildan.
    Etîketan:
    PYD, Ebdilselam Mistafa, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de