21:39 24 Mijdar 2017
Zindî
    Welîd Mûellim

    Muellim: 'Li Sûriyayê leşkerên Rusyayê tunene; lê hewce bike em ê daxwaz bikin'

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Wezîrê Derve yê Sûriyayê Welîd Muellim, derbarê hebûna leşkerên Rûsyayê li Sûriyayê de derewand û got: 'Heke hewce bike em ê hêzê ji Rûsyayê daxwaz bikin.'

    Navenda nûçeyan-Muellim di axaftina xwe ya ligel televîzyona dewletê ya Sûriyayê de got: ‘Heta niha li qada şer me bi hêzên Rûsyayê re ligel hev tu tişt nekiriye, lê heke em hewceyê bibînin em ê bi hev re bixebitin û daxwazê ji Rûsyayê bikin.'

    Muellim di berdewamiya axaftina xwe de ji bo hatina leşkerên Rûsyayê jî got: 'Ez bi awayekî zelal dibêjim ku ev ne rast in, ev çekên ku ji me re hatine jî li gorî peymanên dualî û ji bo tekoşîna dijî terorîzmê ne.'

    Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî jî îdiayên ku dibêjin 'Rûsya bi dizî alîkarî û çekan dişîne Sûriyayê' derewandibû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bê Esed ti welat nikare DAIŞê têk bibe
    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
    Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe
    Rûsya: 'Em ji bo peymangirêdana bi Tirkiyê re amade ne'
    Rûsya amade ye ku bi şêweyekî qanûnî beşdarî rêkeftina atomî ya Îranê bibe
    Etîketan:
    Welîd Mûellim, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de