23:48 20 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Li Tetwanê êrişa bombeyî 3 birîndar

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li navçeya Tetwana Bedlîsê teqemeniya ku di menfezê de veşartibûn dema derbasbûna wesayîta polêsan a zirxdar de hat teqandin. Di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn.

    Bedlîs-Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li taxa Karşiyakayê ya li ser riya Tetwan-Xelatê teqemeniya ku ji aliyê kesên nediyar ve di menfezê de hatibû bicîkirin, dema ku wesayîta polêsan a zirxdar derbas dibû hate teqandin. Di teqînê de 3 welatî birîndar bûn.

    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

    Piştî bûyerê rê ji trafîkê re hate girtin. Piştî ku pisporên îmhakirina bombeyan xebatên xwe temam kirin rê dîsa hat vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînor êriş: 2 mirî, 4 birîndar
    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe
    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de