08:13 22 Mijdar 2017
Zindî
    Sevîl Rojbîn Çetin

    Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetin ji wezîfeyê hat hildan.

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7601

    Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat hildan.

    Navenda Nûçeyan — Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetin ya ku çend roj berê hat binçavkirin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat hildan.

    Beriya niha Hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatipoglû û Nurullah Çiftçi, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narin û Fatma Şik Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi û Hevşaredarê Liceyê Harun Erkuş jî hatibûn girtin, derheqê Hevşaredarê Geverê Tacettin Sefali de jî biryara girtinê hatibû derxistin.

    Her wiha  Hevşaredarê Sûrê Seyid Narin, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmren, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevşaradarê Farqînê Yuksel Bodakçi ji wezîfeyê hatibûn hildan.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredara Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hate bidûrxistin
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Dihê Kiliç jî ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Farqînê Teke jî ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Sara Kaya, Leyla Îmret, Sevîl Rojbîn Çetin, Artemêt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de