17:54 23 Mijdar 2017
Zindî
    tirkîye

    Di bin siya şer û pevçûnan de hilbijartinên 1 Mijdarê

    © Foto: REUTERS SERTAC KAYAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1410

    Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Parlementoya Tirkiyayê di navbera hêzên PKKê û dewleta Tirkiyayê de dîsa şer û pevçûn derketin û bakurê Kurdistanê û Tirkiya ber bi hilbijartineke din ve diçin.

    Enqere — Gelo dê şer û pevçûn bandoreke çawa li hilbijartinan bikin? Gelek çavdêrên siyasî vê mijara rojevê dinirxînin û daxuyaniyan didin.

    Şer û pevçûnên di navbera hêzên PKKê û dewleta Tirkiyayê de bandorê li dîmena siyasî ya Tirkiyayê û bakurê Kurdistanê jî dike. Ji ber şer û pevçûnan pêkanîna xebatên siyasî gelekî dijwar bûye û partiyên siyasî nikarin projeyên xwe yên hilbijartinê eşkere bikin. Şer û pevçûn bandorê li xebatên hilbijartinê dikin. Gelo dê bandorê li encaman jî bikin? Ji aliyê AKP û HDPê ve ev mijar zêdetir tê mereqkirin.

    Hinek pispor û çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku dê beriya hilbijartinan şer û pevçûn bisekinin; ji ber ku xebatên siyasî di şer de nayên rêvebirin.

    Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Necmettîn Pirinçioglû ragihand ku di hilbijartinên berê de gelek caran her du aliyan çek dane sekinandin û dê vê carê jî wisa bikin.

    Bi heman mijarî:

    Mazlum-Der bombekirina goristana şervanên PKKê şermezar kir
    Îtifaqa HDP û MHPê ya yekem
    Li Tetwanê teqîn: 4 birîndar
    ANALÎZ - Gelo bi neletê biratî çêdibe?
    Fuad Husên: Kirîza serokatiya Kurdistanê xilas bû
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de